|

Çilrojiya Şêx
Dawûd Miho,
Serokê yekemîn
yê C.K.L.Q


Roja
13-5-2009an, çilrojiya
serokê yekemîn
yê Civata Kurdên
Libnanê yê
Qenciyê Şêx
Dawûd Miho li
Beyrûtê lidarket
Em wekî C.K.L.Q,
di vê rojê de,
hêja ye
encamdanên zêrîn
û giranbuha di
bîra xwe de bîne
.
Ev bûye zêdeyî
sedsal Kurd li
Libnan dijin, û
di dema ko nemir
Miho karê
kurdayetiyê
digel çend
welatparêzan ve
avêtin ser milê
xwe û dan ber
çavaê xwe
pêdivya dezgeh
yan rêxistin yan
civatek be, wan
bide ser hev û
îşên wan serest
bike . di gelek
kemperan rastûrê
hatin .
Di sala 1963an
yekem Civat li
Libnanê hate
avakirin û bi
alîkariya
welatperwer
Nûridîn Zaza,
Şêx Dawûd Miho
bû serokê yekem
ji Civatê re .
Di vê çilrojiyê
de, em careke
din spasiya hemî
rêxistin û
partî û dezgeh û
kes û rewşenbîr
yek bi yek dikin,
çi bi hatin yan
Telfon û Fax û
Email be .
Me xwest ko em
hevpeyvîna nemir
Miho ya herî
dawî digel vê
spasnameya
çilrojiyê de bi
weşîn in .
Ya ko mamostê
meyî Civatê
birêz Segvan
Xelîl perê pêk
anî bû ji
rojnameya
Rêkeftin re . û
hêjaye gotinê:
Miho
helbestnivîs û
xamkêş û pir
helbestên
Seydayê
Cegerxwîn bi
ritim û saz
stran kir ye .
Û di Demeke
nêzîk de em dê
hewil bidin ko
herdû pertûkên
wîyî helbestanî
hîn ne çapkirî
jê re çap bikin
.
---------------
û jî hevpeyvîna
kek Segvan Xelîl
bi Ş.D.Miho re
pêk anî bû
Serokê Yekemîn
ya
Civata
Yekemîn a
Kurdên Libnanê
2-9-2008
Hevpeyvîn-Segvan
Xelîl
Şêx Dawûd
Miho
Helbestvan û
Welatperwer Şêx
Dawûd, ji kurdê
turkiyê , li
devera Cebil
Giraw, Qezeya
Nisêbînê ye.Di
sala 1930 î de,
ji ber zordarî
û zexta li ser
Kurdan dibû,
bavê wî hate
Libnan, û li
Libnanê bi cih
bû.
di slala 1934an
de, niviyê bav ê
mezin hate
dunyayê bi navê
Dawûd, hinga em
hatin Libnan hê
kurd lê kêm bûn,
rewş bi tevayî
di telezga û
astengiyeke
dijwar re derbas
dibû.
Birçîbûn û
kêmya têt de,
bavê min derbas
dibû, bû sedema
ko em ji xwendin
û zanînê
qutbirîbin.
Ez zaro bûm ,
carekê min
bihîst Mîr
Kamîran Bederxan
hatiye Libnan,
çavê xwe li
kurdan digerîn
e, û wan bê perê
fêrî zanîn û
zimanê dê dike.
Di cih de, wexm
û evîna
kurdayetiyê di
sînga min de
keliya, der bi
der li Mîr
geryam. Çend roj
derbas bûn, em
çend gênic li
hinda perleman
civiya bûn,( ji
ber mala me li
tenişt Perleman
bû), carekê me
dît komek ji
leşkerê Ferensî
bi kêrî me re
derbas bûn, ji
nişkave
turinbêleke spî
li rex me
rawistiya, û
delî me kir, û
got: zarokno
zarokno, gelo
hûn ne kurd in?,
ka wer in bi
ber min ve wer
in.
Hema di cih de,
xwîna min keliya
û bi lez gihaşt
im turinbêlê û
min got: tu
Kamîran e, tu
begê me ye
serdarê me ye.
Kenekî dirêj ew
merov girt,
daket û bi
dilgermî ez ber
hembêz kir im,
ruwê min ji
ramûsanan
qurmizî bûn.
Kuruko tu lawê
kê ye, û li kû
tu dije mala we
li kû ye, meriv
dost , kurdên
din, kes li
devera we
hene???, û
pirsan ji hev
qut nake. Qedera
nîv saetê me bi
vê runiştinê
derbas kir, paşê
ji min xwest, ko
ez li kurdan
biger im û di
mala wî de
bicivîn in.
Du sê roj derbas
bûn, me 6-7
malbata me xwe
da ser hev li
Kamîran mêvan
bûn,
Bi hemî coş û
dilgermiya
kurdayetiyê em
pêşwaz kirin. Û
dest bi şîretan
kir û temeniya
zarokan tev da
dêran, berdewam
kir û ji nişka
ve rabû ser xwe
û bi dengekî
bilind got:
Çawa ez
we bi zanîn
bidim, bi
xwendin û zimanê
dê kim.
Civatê teva bi
hevre dengê xwe
da Mîr û got in:
em ji her tiştî
re amede ne, em
tev di xizmeta
te de ne, tu
çawa dibîne, em
ê wê rêbazê
bêguman bişopîn
in.
De zor baş e, ez
ê digel
qunsilya
Ferensî
dibistanek kurdî
vek im, kurdan
tevan biçûk û
mezinan bê perê
têt de bi
xwendin bikin.
Di heyva yekê de
zêdeyî 150 kesî
civyan, û dest
zanîn û
pişkivandina
hest û hizrê
nijad û
kurdayetyê kir.
Bi vî şêwazî
çar-pênc heyvan
ev rêbaz hate
şopandin, paşê
ji ber astengiya
jîngerî û
telezgayî di
bajêr de,
hino-hino em kêm
û ji ber hev ket
in .
Şiyarbûn û dest
pêka pêya bi zêr
Torevan û
nijadperwerê
mezin Cegerxwîn
derbasî Libnanê
bû, û li mala me
bi mêvandarî bû,
bi mebesta
çapkirina
pirtûka wî ,a
yekmîn. Êvarî em
li dor xwe
dicivand in û
helbest û çîrok
û lîskên kurdî
ji me re digot,
hema tûjî û
xurtiya evan
nivisên Seydayê
Cegerxwîn, hestê
nijad û
welatperweriyê
di sînga min ve
gulveda û roj bi
roj bêhtir hate
pişkivandin
şaxvedan û
geşkirin.
Evîn aşiqdaria
zimanê dê, li ba
min bû, karê
herî giring di
jiyana min de,
lê ew aşqa S.C,
di sînga min de
lebitandibû,
nedihşt bi
Alfbeya kurdî
tenê razîbim. Me
çendeka xwe da
ser hev û soz
da, ko kurdan bi
ser hevdin û
fêrî zimanê dê û
zanîn û
kurdayetiyê
bikin, û di sala
1963an de, me
navê Civata
Kurdê Libnanê ya
Qenciyê li xwe
kir.
Û bû a yekemîn
Civata Kurdan li
darket, ev buyer
serkeftin û
zerzengkirina
kar xebata hêja
Kamîran beg û S.
Gegerxwîn
xemiland. Di wê
demê de ji
bêçarî karê me
hat rawistandin
û qutbirîn,
zêdeyî du
heyvan, bi vî
awayî kar bê
deng û xebat ma.
Ev buyera ji
karbirîn , bû
cihê dilgiraniya
li ba dost û
wlatperwerên li
derve û
seranserî
Kurdistanê. Rabû
hişmendê hêja û
bilind
Nûridîn Zaza
hate Libnan, bi
armanca
çareserkrina evê
pirsgirêgê.
Nûridîn ji min
re got: ma tu
kurde?.
Min bi
dengbilindî û
hêz got: erê, ji
xwe ez ê kurd
im.
Got: başe, eger
tu kurd be divê
tu wekî min bike
û bê pirsîn.
Min bihîstiye we
ruxseta Civatekê
wergirtiye û ev
serkeftineke ji
kurda re di
rojhilatê de,
bawer bikin
tucar derfetên
wisa bi vê
hesanî ûxurtiyê
bi dest we
nakeve.
A baş ew e, ko
hûn ji nû ve, li
hev bicivin û
karê xwe li
darxin, û xema
nexwe, wan
bicivêne, ez ê
bixwe bi wan re
baxiv im, û di
wê baweriyê de
me, avîn û
kurdayetiya di
dilê hevalê te
de, bêhtir û
geştire, û wê
tev xebatê bikin
bê hedan. Me
civîna xwe li
darxist û hêja
Nûridîn
rêvebiriya wê
kir, û di
eyameke
destpêçan û
hevgirtin û
birayetiyê de,
me me komîta
rêvebirî
hilbijart û têt
de, ez bûm
serokê Civatê bi
zordana dengê
hemî hevalên. Ji
wê çaxê de ta
roja niho, kurdê
Libnanê bi xêr û
qenciya ornagê
bi nav û deng
Nûridîn
Zaza
karê wan qut
nebû ye, û roj
bi roj tête
çirisandin.
Kutayî
Şêx Dwaûd Miho
hevpeyvîna me bi
dawî kir bi çend
stranan ji
helbestên
Seydayê
Cegerxwîn, ji
wan (Ez
Kurd im, Pîra
Torê , Xwendin)
Ji helbesên Ş.
Dawûd
Welat….
Wexta berê
venagere….çû
Riya rast heye…
bidin dû
Huryet û
dîmuqratiyetê…
bidin dû
Bi hevre rab in
bi hevre rûn in
zû
Dijmin li dor we
bela bû ye zû
Rab in ser xwe û
bank in hevdû zû
--------------------------------------------------
Kurdistan
Roj bi roj û sal
bi sal
Ka keça kurd ewa
delal
Ka merê bi kum
û ka desmal
Ka Kurdistan ew
şewqa zelal
-------------------------------------
Lehîneya
Parêzê
Gulîstan Mihemed |